Çi caran bi xeribiyê ne lorîne Jiber ku jiyan bi xwe xerîbî ye Ma kengî te xwe nas kîrîye? Vêcar xembar nebe Çûnkî dê xerîb di şopên xwe da vegerî. Wan hevokan ez bi xwe ra birim û mijûl kirim. ji nû geham bawerê, ku yadewerîyên zarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin. Ew bajêr ketîbû di xewek kûr da, bê deng bû, şev daketibû nivaduwê, gelek kêm ronahiya çiraxan di penceran ra dihat diyar kirin, piraniya avahiyan weke xêwên reş xuya dikirin, çi tişt di wan cadeyan da ne dihatin dîtin, tenê h ...