"Zarokê ku ji bajarekî nexweş hatiye...
Nizanim digot keça ku stran distra..?
Ez nikarim dengê trenê ji dengê magnuma 38'an cuda bikim.
Zarok li ser rêhesinên ku li dorê beybûn şîn bûne;
Li dora kiloxên kesk dilizin.
Lîstika ku di zarokatîya te de qet nehatîye lîstin...
Ji bo ku bersivên xwestî nedin pirsan,
Bajarekî ku li piştê bi wêneyekî re dirêj bûye,
Û radizê...
Nexweşiyên nava malan serê gavê xwînê dirijînin
Ser stranên mêrên me û ser şarik ...