Hespên kihêl û kumêt in helbestên Xalit Tendîk. Ji derya¬ya bêjeyên şoreşgerî afirîne. Carrisin wek zinarên welatê xwe. Serhildêr û ji xwe bawer in. Ne diwestin, ne ditewin. Bêyî li neqeb û gêdûkên zimên bifekisin, li erdnîgara ze¬manan dibezin. Kovîbûna mîtolojîyê, çîrokên edebîyata devkî, dilsojîya zimanbaz a dengbêjîyê û çetînbûna des¬tanan xistine heqîban, heqîb avêtîne ser pişta hespan û kumêt kumêt dibezin, tînin ji me re.
Xewê xewn, xewnê xew dirêj kir…
Di helbestên Xalit Tendîk ...