“Ez şanaz û serbilind im ku Bindest Dikarin Biaxivin? bi kurdî diweşe. Ez tînime bîra xwînerên xwe ku ev gotara çil sal berê hatiye nivîsîn, destpêkek bû. Ev gotar, ne gotareke post-kolonyal e, lêbelê rexneyeke Hindistana pre-kolonyal e. Bindesta ku ‘axivî’ lê nehat bihîstin, Bhuneswari Bhaduri, xaltiya dêya min bû. Ev çil sal in ku ez weke dilxwazeke sektora taybet, dibistanên seretayî ji bo zarokên bindest-qurbaniyên hezar salan ên pergala kastê bi rê ve dibim ku di gotara min de ji aliyê zaye ...