Di vê hejmarê de nivîskarên ku nû dest bi nivîsê kirine û nivîskarên hêja yên ku berê tevkariya wêjeya me kirine, bi nivîs û helbestên gelek balkêş cî digirin.
Me hunermendê hêja Mehmet Atli, yê ku nirxekî taybet li muzîka kurdî zêde kiriye, wekî mijara dosyeyê hilbijart. Me xwest ku em dosyeyê bi herdu zaravayên zimanê me kurmancî û kirdkî dewlemend bikin.