ÇAVÊN TE LI MENZÎLA DİRÊJ E
Ji min re peyvekê bibêje
Mîna navê welatekî li guhan xweş bête
Bibe çem û robarên diherikin
Kelecan û coş bide giyanê min
Bila çavên min bi evîn binerin li derûdorê
Wekî ku bêhna kulîlkên çiyan dikişînim
Bilevîne, daku ez ji xwe biçim
Bibe dirûşme hêvîya herî mezin…