Ev pirtûka bêrîkirin, berxwedan û hêviya ji pênûsa jinên kurd ên girtî diniqutin, tîne gel hev. Jinên li paşiya dîwarên zindanê bi pênûsa xwe li dijî tenêbûn û zilmê şer dikin, bi çîrokên xwe dibin şahidên dîroka xwe.
Ev berhema hevpar a ji yazdeh çîrokên cuda pêk tê, ne tenê êşên takekesî di heman demê de berxwedana gelekî, têkoşîna azadiyê ya jinan û ronahiya li dijî tarîtiya zindanê rave dike. Jinên girtî li dijî zext, înkar û zordestiyê bi pênûsa xwe deng didin; Çîrokên gelekî û jinên ...