Li destpêkê, Wezîrê Tendirustîyê yekem kes bû hizir kir wergêrekê kurdîyê peyda bikin û hewl bidin tê bigihin çi derdek bi serê vî mirovî da hatiye û berê çi kar dikir û di çi şert û mercan da tûşî vê nexweşîyê bû. Lê hemû dizanin anîna navê zimanê kurdî û axiftina pê qedexe ye. Ew bi xwe mirîdê rêbaza “Alparslan Turkeş”ê bû, bawerîya wî nebû zimanekê wisa û neteweyekê wisa heye, niha here bigere û bilûbîne kesekî jê ra peyda bikin karê tercimanîyê jê ra bike! Karekê wisa ne layiqî rêzdar wezîrî ...