DARA HÊVÎYÊ
Ji dîroka qedîm vir de, gelek siwar û peya berê xwe dane wan çîyayan lê çîya dergehên xwe ji her kesî re venekiriye. Li ser heval û dostên xwe xêr û bereketa xwe barandiye lê li ber nebaş û xiraban xwe kiriye sir û seqem, mij û dûman, ba û tufan! Lewra çîya bi rih e, bi can e, ew dergehê xwedîyê xwe ye. Dilê wan li kê bikele dost û hevalên wan ew in. Çem û robarên di hembēza wan de diherikin, başî û nebaşîyan baş dipîvin. Bi her çilkek lehîyê rê û dirban li ber nebaşan dig ...