Du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî
biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî
şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di
temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her
xetereke ji derve tê ser wan rawestin.
Agota Kristof di romana Deftera Mezin de bi rêya ziman û şêwazeke pir sad ...