DIMENEK JI ZÊMARÊN
HERÊMA MÊRDÎNÊ
Zêmar, di nav edebîyata devkî de cihekî taybet digirin û bûne nîşana êş û azarên gelê Kurd. Ev cureyê kilaman, ku ji kûrahiya dîrokê tên, bûye dengê dilên şikestî û birîndar. Bi rîtm û gotinên xwe yên xemgîn, zêmar ne tenê qeydên derd û keserên takekesî ne, di heman demê de şahidên serpêhatî û dilêşiyên civakî ne jî. Ji ber vê yekê, gava ku em îro guhdarîya zêmaran dikin, em ne tenê stranekê dibihîzin, em rûpelekê ji dîroka mirovahiyê û ji dîroka civak ...