“Etar”   ji   138  kurteçîrokan  pêk   tê.  Ev   çîrok  bi   giştî   li   ser   serboriyên  nivîskar   ava  bûne. Nivîskar dema ku etarî kiriye rastî bûyerên cuda cuda hatiye, ji van her mijarên cihêreng di vê pirtûkê de cihê xwe girtiye. Taybetiya van çîrokan ew e ku çîrok hem kenewer in, hem ecêb in,  hem jî   rastiya   jiyana  civakê  derdixin  holê.  Lodî  bi  vê berhemê bi  awayekî  hosteyane vegotina xwe domandiye û wî daye nîşan ku ew bi kurteçîrokên xwe çanda devkî bêmihnet neqlî nivîsê  ...