MÎRO- Diçe Dibistanê
Mîro dest bi dibistanê dike. Ew û hevalên xwe diçin dibistanê wêneyan boyax dikin, di dersa bîrkarîyê da fêrî jimaran dibin. Li xwaringehê xwarin dixwin. Bi pêlîstokan dilîzin û ji mamosteya xwe fêrî strananan dibin. Hevalê wan Soro naxwaze biçe dibistanê lê paşê ew jî tevli wan dibe û ji dibistanê gelekî hez dike.