Min wextekê di malpera www.nefel.com’ê de kolumnîstî dikir. Di ber re jî min hin caran nûçe û hevpeyvîn çêdikirin û ev kar wekî hobî dikir. Yanî ne karekî bi heq bû, min ji rizaya dilê xwe, wekî karekî xwebexş dikir. Gava min nêt kir ez bi hin nivîskar, zimannas û wergêran re li ser fikir û perspektîvên wan sohbetê bikim, hedefa min a pêşî ew bû ku bi 10 kesan re vî karî bikim, lê ji ber ku piştî du salan min dev ji hevkarîya Nefelê berda, ez negîhaştin hedefa xwe û ev sohbet bi şeş kesan re bis ...