Dîlan: Çîrok bi sitrana gelêrî ya bi navê
“De bi lûr lûr, lûr lûr lûr lûr,
De bi lûr lûr, lûr teşîyê.” dest pê dike.
Hitokê cara ewil bi dê û bavê xwe ra diçe dawetekê û gelek kêfa wê tê. Di çîrokê da ji dawetên kurdewar çend dîmen jî hene. Hitokê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli vê dawetê dibe. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.