Zilamek li balafirgeha Berlînê, di tiwaletekê de pasaporteke sexte diqetîne û diavêje nav avê. Belge winda dibe; lê jiyan, bi hemû bîranîn, birîn, evîn û windahiyên xwe ve, bi mirov re dimîne.
Xwînerên kurd heta nuha Helîm Yûsivî bi berhemên wî yên xwedî rehendeke bihêz ya surreal, sembolîk û alegorîk dinasin. Lê di Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bûyê de Helîm Yûsiv vê carê ji xeyal û fantaziyên afirandinê dûr dikeve; herçend berhemê bi teknîkên romanê binivîse jî, hemû rûdan û kesan ji jiyana r ...