"Zanyarên cîhanê tesbîtek kirine ku bîra mirov nexweşê jibîrkirinê ye. Û gotine ku mêtingerên Kurdistanê bîra mirovan vala dikin. Her wiha li şûna wê valahîyê, afirandinên xwe bi cih dikin. Ne bi tene bîra mirovan, her wiha çand, huner û zimanê wan jî dikin qada mêtingehê. Ji hêla fîzîkî ve jî di nava niştecihan de Serxet û Binxetan ava dikin û her du alîyên Xetan wekî qadên nêçîrê destnîşan dikin. Paşê li qadên nêçîrê çi rûdan pêk werin jî, ew van rûdanan wekî sedemên desttêwerdanê rê didin… ...