"Kevokek welê bû ku ne şevê, ne tarîtîyê û ne jî sermayê ew ditirsand. Bi şûn de vedigerand. Heçî ku diçû difiriya, ber bi jor bilind dibû. Bi bilindbûna wê re hewa jî pê re pê re vedibû. Canê wê germ dibû. Bi bilindbûyîna wê re bajar jî hêdî hêdî lê bi awayekî eşkere, li ber çavên wê rohnî dibû, wekî nexşeyeke ku ji bin tozê derdikeve.
Şev diçû, tarî belav dibû, serma û qilêrî nedima. Roj hildihat, rohahî dibû, hênikahî û paqijî dihat. Cihana wê ya xeyalî, ji qirêjiya rastiyê paqijtir û ze ...