Îbrahîm Ehmed, kesayetîyeke navdar û girîng e di dîroka Kurd û Kurdistanê a sedsala 20’an de. Ligel kesayetîya sîyasetmedarbûna wî, ew wekî rewşenbîr û wêjekar jî tê nasîn. Her Kurdekî xwenas ji heyîn û girîngîya Îbrahîm Ehmed hayedar e.
Kurteberhema, Kurd û Ereb di sala 1937’an de bi navê El-Ekrad we'l-Ereb, bi Erebî, li Bexdayê hatîye belavkirin. Di vê berhemê de mirov dibine kû Îbrahîm Ehmed xwedî pêşbînîyên berfireh, şîroveyên balkêş e, di heman katê de sosyolojîya civakên Rojhilata Na ...