Kurdistana Şêx û Mirîdan (Dîroka Sîyasî ya Neqişbendîtîya Kurdî) balê dibe ser Terîqeta Neqişbendî û veguhertinên wê yên sîyasî di nava du sedsalan (1800-2000) de. Giranîyê dide dewrên cuda yên Neqişbendîtîyê; ji qonaxa damezirandinê heta bi peywir û xebata wê ya li dij Tevgera Wehabî ku seba vê yekê meqamekî wê di Siltanîya Osmanî de çê bû. Lêkolîn wisa diajo heta ku digihêje qonaxa “Neqişbendîtîya Cîhadî” di heyama mîsyonerîyê de li Anadol, Kurdistan û Ermenistanê. Herî dawîn jî heta bi qonaxa ...