Zivistaneke xedar, berfeke bê hed û hesab. Piştî nîvşevekê Ekspresa Rojhilatê di nav
sêfiyên berfê de asê dimîne û nikare bi rêya xwe berdewam be. Ev trêna bêhawe ku di
demeke wisa de ecêb şên û qelebalix e, destê sibehê bi qewamekê diheje: Karsazê
amerîkî di kompartmana xwe de bi duwazdeh derbên kêran hatiye kuştin û tew deriyê wî jî
ji hundir ve qefilandî ye. Tam di wê demê de dedektîf Hercule Poirot jî li wir e ku ji Helebê
lêxistiye hatiye û dê vegere Londonê. Wezîfe ...