“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji ...