Baxçeyê Zarokan: Di vê pirtûkê da Hitokê dest bi dibistanê dike. Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse, lêbelê paşê hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelek hez dike. Gava ji dibistanê tê malê hemû tiştên ku li dibistanê jîya ye ji pêlîstoka xwe ya Papûşko ra qal dike. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.