Çavên qehweyî dibiriqîn. Bi kenekî hênik sûr anî da destê bavê xwe. Benikê ku ji perestgehê bi xwe re anîbû, bi qesta çarenûsek ji ya herî baş baştir, li tiliya wî gerand û girêda. Kemanger li beranberî naz û kenê wê dilşad bû. Dema ku derket ber derî hîn jî dikeniya. Li ber deriyê hewşê sekinî. Bi qesta nûneja sibêhê rûyê xwe da taverojê. Bi dorê rûyê xwe fitiland aliyê rojhilat, rojava, başûr, bakur û her carê sêbare got:
“Ez ji hemû gunehên xwe tobe dikim. Hemd be Aşa.”
Piştî niyaza ...