NEVÎYÊ TOZÊ
Ez lawê du hezar û şeş sed sal ji tozê me.
Bavê min ji gundê "Herbê" yê bakurê kurdistanê ye, bi qedandina duyemîn şerê cîhanê re berê xwe da Binxetê qiriktaliya xwe bi xwe re daxist. Piştî zewaca wî bi deya min re, ya ji gundê "Xirbe Xezal"ê Binxetê, hinekî li "Nicim" û hineki li "Herem Reş" bi cih bûn. Rawestgeha wan a dawî bajarê Amûdê bû. Li Amûdê mal ava kirin û dara mana xwe di axa wê de çandin. Di şêst û heftan de ez li Amûdê hatim dinyayê û ez û dara tûy ...