mirina yekem
beşa çardehem
pirsa ku bajarek çawa ji çemekî ditirse
derdixim hizûra kuştîyên qesasnedîyar
dengên kulek peyvên bêhnçikîyayî
li gel min in bi baskên valahîyê û bîrên xwe ve
û me bar kir taxa lalebegê tenişta dêra meryemê
apartmana yildizê li ser firina yaşayê
bawerî jêvegir e
ya ku bi tirsa wê em jê bi dûr dihatin hêlan
dîwarên dêrê bilind derîyê wê girtî
li gel min in bi baskên valahîyê û bîrên xwe ve