Di Qesra Zemên de ziman ne amûr e - ziman hem qirr dike, hem heyî dike. Di vê romanê de, Heteroglossîa ne tenê teorî ye; ew şerrê dengên bindest û serdest e di gerdûna zimên de.
Kovan Baqî bi vê avahîya polîfonîk dîroka kolonyal a Kurdistanê ji nû ve dinivîse; lê ne bi awayekî kronolojîk, bi awayekî arkeolojîk: her qatê qesrê qatekî “bîra komî” ye û qatên heyî yeko yeko tê kolandin, şewitandin û avakirin. Ev ne romana post-kolonyal e, ev romana post-trawmatîk e, trawmayên di nav zimê ...