Hunermend Seyda Perînçekê ku piranî bi mûzîka xwe tê naskirin, Qutiya Dilê xwe, bi helbestan ji me re vedike. Seyda Perînçek, bi çapa 2'yemîn ya pirtûka xwe, digel stranan, di şiîran de jî hunera xwe nîşanî me dide. Helbestên wî bi hestên netewî ava bûne, di her rista Qutiya Dil de têkoşîneke li hember zilmê heye. Lewre ciwaniya emrê wî reş kirine:
“Min evîna xwe li bajarekî şewitî dît
Dest û lingên wê li aliyekî
Serê wê li aliyekî bû
Diperpitî d ...