Dayê !
Jî destpêka emrê qurmiçî, her buyî şahidê xem û xeyala, êş û azara. Û germ nebûy ji tav a sibehê , tîn nade çirîskên êvarî. Xwe nexapîne serê xwe netewîne ...Jî êl û eşîrê pengizîbû yek beybûn peritandin, yekoyeko qetandin ji dilê birîndar wan perîkê sipî , zelal, her wêranî û kambaxîya bi ser te de barî. Te nedît belkî nebînî, lê di wesêtê xwe de bi cî bike. Helbet rêvîyek derbas be, jî te re bêje way bi hersê navê Xwedê hersê rengê te li ba ye.