Ev kitêb nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Dibe ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin. Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke giring e ji bo vekolînê.
Şerê Meşrûiyetê bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Keyaniya Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanada), ...