Şev, di vegotina xwe de, wisa rasterast behsa tiştekî, rûdanekê an jî rastînekê nake; û her tiştî wisa aşkere nîşan nade.
Roman di vegotinê de rengekî dîstopîk dide xwe; lê behsa dîstopyayekê jî nake. Karakter, hêma, metafor, şûngeh, feraseta birêvebirinê ku serdest e û hêzên tarî û nepen di romanê de bi jîyana sosyal re dibin yek.
Şev, amaje bi rewş û seqaya mirovên wisa dike ku dem û welatê wan nayê zanîn û zor li wan tê kirin ku di nav tarî, qerqeşûn û kaosê de bijîn.
...