Pêş to nasîn
minallêkî xoperist bûm:
Wam dezanî,
asmanî pan dewarêke,
tenya bo min helldirawe.
Zewî durrgey diway tofan e,
cige le min,
hîç kesêkî tiya nemawe.
Evînî to lepirr hat u
şûre û qellamî xapûr kird,
rrengekanî hemû gorrî,
yasakanî jêrujûr kird.
Way kird dinya
bo tenyayîm wek qefes bê.
Fêrî kirdim -
şewan nîw serînim bes bê!
1. 12. 1973. Varronêj
kudeta: înqîlab. pêş to nasîn: be ...