Şînmorîka Zînê-Berfîn Ayşe Öğüt
Berfîn Ayşe bi sêyemîn pirtûka xwe ya zarokan ya bi navê Şînmorîka Zînê li hember me ye.
Pirtûkên wê yên bi navê “Kewên Gozel” û “Xezal û Qertel” berî vê pirtûkê ji Weşanxaneya HÎVA’yê derketibû.
Berfîn Ayşe di vê pirtûka xwe de keçika biçûk Zînê û morîka wê ji xwe re kiriye leheng û ew biriye cem Feqiyê Teyran.
Çîroka Zînê bi tarzek cuda hatiye nivîsîn. Bûyer di hin beşan de bi rêya çîrokê, di hin beşan de jî bi rêya helbest ...