Gava wek niha dibû zivistan û bayê kur dihat Tîtal û zarokên din diçûn talda wan lodan, pişta xwe dispartin pûş, diketin qulên pûş, wiha germ bû, wiha ewle bû, wek mirov ji xwe re di dawa diya xwe de be eyn. Lodan ew hembêz dikirin. Bîna pûş pir xweş bû. Lodan ew diparastin. Lod dê bûn, lod mal bûn, lod welat bûn, lod stêrkên dûr bûn, lod Rêya Kadizan bûn... Di qulên pûş de Tîtal û hevalên xwe wek cewrikan serê xwe dixist ber hev û ji xwe re dipeyivîn, qala fîlman dikirin, fîlmê Tarzan, qala med ...