Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li hez û têgihiştina me zêde bike, herweha dikare ji aliyê dîrokî, civakî û demografiyê ve rê li ber guherînkarî û desttêwerdana welatê me jî veke, erdnîgariya me bi hev û erdnîgariyên serwer re girê bide, carna bibe sînor di navbera me de û me parçe bike û carna jî bibe alava kontrol, serkut ...