Xanîyê Şîn, romana yekem a Tahir Taninha ye. 2016'an de kurteçîrokên wî bi navê Lata Lêron ji weşanxaneya Lîsê derketîye.
Romana Xanîyê Şîn, behsa malbateke gundê wan hatiye şewitandin dike. Malbat koçî Diyarbekir dibin, li Taxa Baglarê bi cih dibin. Li vê taxê jîyana xwe berdewam dikin. Roman behsa çend rojên meha mijdarê dawîya sala 2000'an dike. Binevşê ji Taxa Baglarê tu caran derneketiye û hez nake ji wir derbikeve. Êdî heznake here gund jî, li taxê, di xanîyê şîn de ase maye. Mê ...