Xweş tê bîra min rengê te
Kederên kevnar
Di xetên rûyê te de
Êşên dijwar
Di şînçavên te de
Xweş tê bîra min bêhna te
Bêhna tûtina çixare yên pêçayî
Ji dest û tiliyên te
Bêhna bêhnokê gulhişkirî
Ji pêsîra te
Bêhna hina sor
Ji biskên pora te
Dayê
Xweş tê bîra min dengê te
Dengê nalinên te yên kûr di lorînên te de
Dîroka êş û janê
Di kilamên te de