Oscar Wilde, çîroka bi navê Xeyaletê Cantervilleyê di sala 1887 da nivîsîye.
Tevna çîrokê li ser malbata Hiram B. Otisê Emrîkî hatîye avakirin.
Ev malbat ji Emrîkayê radibin diçin Îngilistanê û dixwazin şatoya bi navê Cantervilleyê bikirin.
Lêbelê xwedîyê şatoyê malbata Otis hişyar dike û dibêje ev bû sêsed sal in
di şatoyê de xeyaletek heye û ew rihê Sir Simon e.
Lê malbat ji ya xwe nayê xwarê û şatoyê dikirin.
Pirtûk bi teşeyeke fantastîk û serpêhatîyek pêkenokî hatîye nivîsîn.