Civaka ku ji kesên bawermend çêbe ewlehiya can û mal di nav wê civakê de heye. Ji ber ku baweriya wan wisa dixwaze. Her misilman berpirsyarê baweriye xwe ye. Dê her kes li hemberî Xwedê hesabê kirinên xwe bide. Divê neyê jibîrkirin ku çawa ji her qenciyekê re xelatek heye, her wiha ji her xerabiyekê re jî cezayek heye.