ZERZENG
Bi qûdreta ilahî wa dewr güherî
Hilweşiya çerxa ereb ecem û rûm
Mizgînî li te ey melayê Cizirî
Êdî ew in di kavilan da mane bûm
Em ji bûne xwedî ilm û qelem
Di çavên wan de mane mix û kelem
Melayê min nexwe êdî kul û xemê
Keç û xortên te bûne taca serdemê
Neviyên te dimeşin beş bi beş
Bi ala rengin xemilandine çiya û deşt
Êdî em ji xwedî milûk û rêber in
Ser bilindî di nava alemê digerin
Melayê min ka binêre li vê hikmetê ...