Nêrgizê destê xwe ber bi Çiyayê Varîçê ve dirêj kir û ji Adarokê re got: “Keça min, tu dibînî berf hinekî din jî heliyaye. Bila hinekî din jî bihele, em ê wê çaxê dîsa bi hev re biçin Adarokê.” Adarokê ji diya xwe pirsî: “Dadê, berf heta ku derê bihele em ê biçin Adarokê?” Nêrgizê got: “Keça min, dema ku reşahî gihîşt Girê Berxan, em ê wê çaxê biçin. Tu dibînî jixwe zehf nemaye.” Adarokê dîsa ji diya xwe pirsî: “Dadê, ma çima em niha naçin Adarokê?” Nêrgizê got: “Keça min, niha zû ye. Hewa hê jî ...