AGİRÊ KU Bİ MALA ME KETİYE
Agirê ku bi mala me ketiye, yê ev pirtûk behsa wî dike, agirê bişaftinê, yê asîmîlasyonê ye. Helîm Yûsiv xwe dide ber siya vî agirê ku roj bi roj gurtir dibe û dinîvisîne. Bi van gotar, helwest, nivîs, nirxandin û gernameyên xwe rewşa nivîskarî, weşangerî, werger, rexne, siyaset û çand, wisa ji têkiliya wêjeyê û civakê bi mînak û serpêhatiyan li ber çavan radixîne. Herweha gereke ber bi destnîşankirina wêneyê wêjeya kurdî di dîmenê giştî yê wêjeya cîhanê de ...