“Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!” “Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku ji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin. Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan. Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire! Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne, bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên d ...