Ausländer Beg
Ausländer beg, dengê penaberiyê
Mijar û bandorên li ser zimanê vegotina Helim Yûsivi di vê pirtûkê de bêhtir ber bi lêgerîn û lêpirsînên unîversal ve çûne. Di ser lehengên ku ji tozûterpela gund û bajarên xwe yên xwedi jiyanên beriya dîrokê yan çandên beriya kapîtalizmê aciz in re, modernîteyê û beriya wê jî gotûbêj dike. Bi seriyekî dilbijandina jiyaneke modern û bi seriyê din tiştên ku modernîte ji jiyana me kêm dike; rihê me, însanetiya me birçî û belengaz ...