Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala ...