Deng û reng û nivîs ku sê hêmanên muzîk û wêne û romanê ne, di sê romanên polîfonîk (pirdeng) de têkilhev dibin û li ser erdnîgariya cihêrengnişîn a bi navê şaristanîya Mêrdînê serdemekê bi hev re vedidin. Salên herî dijwar ên navbera 1990 û 1998'an ji nava rûpelan diqîrin.
Yaqob Tilermenî, bi romana xwe a sêyem, Bavfileh ku hêza jinê ya afirîneriyê bi rêya wêneyan radigihîne, jana herî zirav a salên qirkirina Ermenan digihîne êşa herî sotîner a qirkirina Kurdan û du bajarên qedîm ên ...