'Baxek Ji Folklora Kurdî - Ji derdora Mêrdîn' ; ev xebat li ser folklora kurdî kurmancî bûye gavek din. Wekî tê zanîn berhema Çiya Mazî bi navê 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' ku ji 500 rûpelî pêk dihat di sala 2005'an de hatibû çapkirin. Heman ferheng li Duhokê bi tîpên kurmanciya jêrîn jî hatibû çapkirin. Berhema folkorê ya Çiya Mazî ya duyemîn 'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji Derdora Mêrdîn', ji şeş beşan pêk tê, her beşek wekî pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babetek folklorê ye, wekî; ...