“Rahênanên Zimanê Kurdî” yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî ya Destnivîsên Kurdî da cih girtîye. Alimê kurd Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî di 1860î da amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Di berhema Mela Mistefayî da li ser mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahîyê, zêdetirî heşt sed mînak hatine pêşkêşkirin. Akademîsyen Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturk di vê xebatê da hem nirxandin û latînîzekirina berhema Mela Mistefayî ...