Çayan Okuduci, di “Bêxweda”yê de, berê xwe daye rojê, hêdî hêdî, gav bi gav meşîyaye, nekiriye qarewar. Lê dengekî xurt û atmosfereke şidandî, dê ji we re bibêje merheba! Hûn ê bi risteyên helbestkêr, dakevin kolanên Beyoğlûya Stenbolê û dê sûretên cur bi cur li ber çavên we bi ruh û can bibin.
Meseleyek heye, meseleyeke dûr û dirêj. De kerem bikin…