“Dema ku ez dikevim nav gumanan, dilteng û bêhêvî dibim û ez di asoyê de tu tîrêjên ronahiyê nabînim, ez berê xwe didim Bhagavad Gîtayê, li dû hevokekê dikevim ku min asûde bike û paşê pê re dikenim û xemgîniya min vedireve.” Mahatma Gandhi ”Mezinahiya Bhagavad Gîtayê di wê yekê de ye ku jiyana xweş û rast a felsefeya di nav dîn de aşkere dike.” Hermann Hesse “Bhagavad Gîta nîşana sîstematîk a geşbûna ruhanî ya mirovahiyê ye. Ev, kurteya herî aşkere û giştî ye. Lewra qîmeta wê ya berdewam ne te ...